Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hevkariya çandî ya Almanyayê kir

2022-02-19T16:59:23.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Her li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, êvariya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek da li gel xanima Claudia Roth Wezîra Dewleta Almanî ya Karubarê Kultûr û Medyayê, behsa girîngiya çandinê wekî pireke peywendiyê kir û tîşk xistin li ser çalakiyên çandî yên Almanya li Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên her du aliyan ya li vî warî da.

Xanima Roth, ji bilî behskirina axaftineke di derbarê bernameya Hikûmeta Almanya ya li warê çandî da, amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya li warên cûda cûdayên kultûrê da ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser projeyeke hevbeşa Almanî-Fransî li Qela Hewlêrê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî spas û pêzanînên xwe yên ji bo piştgîriyên Hikûmeta Almanya û xanima Roth, wekî dosteka gelê Kurdistanê, bi kurtî di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê xiste rû.