2020-11-25T07:09:22.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîriya siyasî û serbazî û miroviya Fransa ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û destxweşiyê li destpêşxerî û projeya avakirina nexweşxaneyek li Şingalê kir ku li rêya rêxistineke nehikûmî ya Fransî ve tê bi cîhkirin û ragihand Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî li gel Fransa û hevbeşên din, beşdariyê li avakirina nexweşxaneyê da dikin.
Êvariya îro sêşem 24/11/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêzan Bruno Aubert Balyozê Fransa li Iraq û Eric Chevallier Serokê Navenda Piştgîriya Qeyranan li Wezareta Derveya Fransa û şandeke li gel kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi rol û piştgîriya Fransa û civaka navdewletî û berdewamiya erkê hevpeymaniya navdewletiye ji bo rûbirûbûna terorê û çareserkirina kêşeyên wan yê bi taybetî li gel Herêma Kurdistanê. Şanda mîhvan jî dûpat li ser piştgîriya welatê xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna teror û çareserkirina kêşeyan û berdewamiya hevkariyên mirovî kir.
Di derbarê rewşa koçberên Iraqê li wargehên Herêma Kurdistanê û vegerandina wan, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo daxwaza wan ya vegerandina cihên wan û pêwîstiya dabînkirina asayîş û aramî û xizmetguzariyên seretayiyan kirin heta bingehek di derbarê vegerandina daxwaza wan bêkirin û proseya avadankirina cihên ziyanberketiyên şerê terorê bêne ava kirin.
Di civînê de ku birêz Olivier Decottignie Konsolê Giştiyê Fransa li Herêma Kurdistanê amade bû, pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên Iraqê û rûbirûbûna gefa terorîstên Da'îş, rêkeftina Hewlêr - Bexda ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeşbûn hate nirxandin.