Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyozê Japonyayê kir

2024-11-10T07:10:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro danê sibê 10.11.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Matsumoto Futoshi Balyozê Japonyayê li Iraqê kir ku, bi boneya bi dawî hatina erkê wî û ji bona xatir xwastinê serdan kiribû.

Di vê hevdîtinê da Serok Barzanî spasî kar û xebatên Balyozê Japonyayê yên ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra kir û rola erênî ya Japonyayê di piştgiriya aramî û geşepêdana Iraq û Herêma Kurdistanê da bilind nirxand. Her wiha hêviya serkeftinê ji bo birêz Futoshi di erkê wî yê paşerojê da xwest.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Japonyayê xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya aliyên peywendîdar li Herêma Kurdistanê di serkeftina erkê xwe da nîşan da û tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra kir.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî çend mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.