2024-08-03T11:56:22.000000Z
Îro piştî nîvro şemiyê 03.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vowell kir ku ji ber bidawîhatina erkê wî û ji bo xatirxwestinê serdana Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.
Di hevdîtinê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya xizmeta General Vaul ku di dema erkê xwe da pêşkêş kiriye kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest. Serokê Herêma Kurdistanê hevkarî û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî di dema şerê têkşikandina Daîşê da ji Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, General Vaul kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Iraq û Sûriyê nîşan da û spasiya hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê di dema erkê wî da kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê da ku Supasalarê Pêşmergeyên Kurdistanê û hejmareke berpirsên her du aliyan amade bûn, hevdeng bûn ku heta niha jî terorîstên Daîş metirsiyeke mezine û metirsiyê li ser aramî û seqamgîriya deverê dike.
Tevgerên Daîşê û rewşa Iraq û Sûriyê û pêşhatên dawî yên navçeyê çend mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.