Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Spasiya Îmaratê Dike

2025-09-10T13:04:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro, Çarşem, 10/09/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Saîd El-Hacirî, Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybetî yê Îmaratê ji bo Karûbarên Aborî ya li Herêma Kurdistanê û şandeke pê re kir.


Di civînekê de, herdu aliyan tevî pesinkirina dîroka dostanî û peywendiyan, keyfxweşiya xwe ji asta peywendiyên herdu aliyan nîşan dan û tekezî li ser xwesteka dualî kirin ji bo zêdetir pêşxistin û berfirehkirina hevkariya hevbeş ya di navbera wan de, nemaze di wan waran de ku ji bo herdu aliyan girîng in. Di vê derbarê de, herdu aliyan hebûna yasayeke hander û jîngeheke alîkar ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê, bi girîng nirxandin.


Serok Nêçîrvan Barzanî, ligel spaskirina serkirdayetî û hikûmeta Îmaratê ji bo alîkarî û piştgiriya wan li Iraq û Herêma Kurdistanê, destnîşankirina nûnerêkî taybet ê Îmaratê ji bo karûbarên aborî ya li Herêma Kurdistanê, weke gaveke girîng bi nav kir ku qîmet û girîngiya peywendiyên herdu aliyan nîşan dide.


Birêz Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spas û rûmeta xwe ji bo Serokê Îmaratê, Cenabê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nahyan, dubare kir ku di Nîsana borî de, di civîneke wan a dualî de li Ebûzebî, tekezî li ser şandina nûnerêkî taybet ê Îmaratê ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê kiribû.


Di civînê de, wan behsa derfetên sermayeguzarî û veberhênanê, û kar û çalakiyên kompanî û sektora taybet a Îmaratê li Herêma Kurdistanê kirin û di derbarê asoyên berfirehkirina wan di warên cuda de, danustandina bîr û ramanan kirin. Her ji bo vê mebestê, Serok Nêçîrvan Barzanî amadebûna temamî ya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her piştgirî û hevkariya pêwîst, dubare kir.


Cûrbicûr kirina aborî, hebûna nêrîneke zelal ji bo veberhênana Îmaratê li Iraq û Herêma Kurdistanê, aboriya domdar, peywendiyên Iraqê ligel Îmaratê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş, mijarên dinê civînê bûn ku çend berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn.