Nîvroya îro Duşem, 23/03/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Tom Berendsen, Wezîrê Derve yê Hollandayê wergirt.
Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Berendsen kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha spas û rûmetên xwe ji bo alîkarî û hevkarîya berdewam a Hollandayê ji bo Herêma Kurdistanê di hemû deman de dubare kir.
Her du alî li ser pêşhatên dawî yên şer û rewşa aloz a herêmê de, danustandina bîr û ramanan kirin û bi taybetî bal kişandin li ser encamên metirsîdar ên şer li ser aramî û ewlehî û rewşa aboriya li herêmê û cîhanê. Di vê derbarê de, hevfikir bûn ku pêwîst e hemû hewlek ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya kêşe û nakokiyan bêne dayîn.
Birêz Wezîrê Derve yê Hollandayê dilgiraniya welatê xwe û Yekîtiya Ewropayê ji ber egera zêdetir berfirehbûna şer û pevçûnan û encamên wan anî ziman. Herwiha tekez li ser piştgiriya welatê xwe ji bo parastina aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Bandora şer li ser Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, girîngîya dûrxistina Iraq û Herêma Kurdistanê ji şer û peywendî û hevkarîya hevbeş a wan bi Hollandayê re, babeteke din a peywendîya telefoniyê bû.