
Êvariya îro yekşem 10.08.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Gwendolyn Green Konsula Giştî ya nû û birêz Steven Bitner Konsulê Giştî yê berê yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de ji bilî bixêrhatin û pîrozbahiyên destbikarbûna xanima Green, li hemû piştevaniyek ji bo serxistina erka wê piştrast kir. Her wiha spas û rûmetên ji bo rola birêz Bitner derbirî ku di dema erkê xwe da kar ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re kiriye.
Rêzdar spasî hevkarî û piştgîriya li warên cûda yên Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina alîkariyên hevbeş yên bi Amerîkayê re kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Bitner Konsulê Giştî yê berê yê Amerîka ji bo piştevaniya wan ya li serxistina erkên wî, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê kir.
Her wiha xanima Green Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka dûpat kir ku welatê wan wekî hevpeymanek bi girîngiyê ve li peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re dinêre û xwazyarê berdewamiya alîkariyên hevbeş û berfirehkirina wan e.
Peywendiyên Hewlêr ـ Bexda, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên Sûriye û navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bûn.
