Nîvroya îro çarşem 30.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi mebesta malavayî û xatir xwestina ji bo bi dawî hatina erkê wî, pêşwaziya birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe yên ji bo hewl û karên birêz Elfezale ya pêşxistina peywendiya welatê wan bi Herêma Kurdistanê re derbirî û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest. Her wiha rêzdar pesn û rûmetên xwe ji bo rol û hewlên cenabê Mîr û serkirdayetiya Qeterê ya bi navê aramî û ewlehiya navçeyê û parastina aştiyê da, dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Elfezale, ji bilî derbirîna spas û rûmetên xwe yên ji bo aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê, yên ji bo hevkarî û piştevaniya li serxistina erkê wî de, dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyeke zêde ve li peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û xwazyare li warên cûda cûda de alîkariyên hevbeş zêdetir pêş bixe.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Qeterê kir
2025-07-30T10:39:00.000000Z