Piştî nîvroya îro Yekşemê, 24.08.2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo xatirxwestinê û bi dawîhatina erka wî, pêşwaziyê li birêz Balyoz Thomas Seiler, Serokê Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo kar û hewlên birêz Seiler di pêşxistina pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê bi Iraqê re pêşkêş kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest. Her wiha, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş bi Yekîtiya Ewropayê re dûbare kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Seiler spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo wê piştgirî û hevkariya ku di dema erkê wî de pêşkêşî wî kirine. Her wiha, tekezî li ser pabendiya Yekîtiya Ewropayê ji bo hevkarî û piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Pêwendiyên Hewlêr - Bexdayê, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî din ê hevdîtinê bû ku Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokê Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir
2025-08-24T13:03:00.000000Z