
Êvariya roja şemiyê 15.02.2025ê di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da bi birêz Alexander Dobrint Serokê Koma parlamentoyênYekîtiya Sosyal a Xirîstiyanan (CSU) li Parlamentoya Almanyayê re behsa peywendiyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya palpiştiya Almanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê meşqkirina hêzên Pêşmerge û bihêzkirina jêrxana emnî da, kir û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevkariyên bi Almanyayê di hemû waran da nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, birêz Alexander Dobrint pêdagirbûna Almanya ji bo piştevanîkirina aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir û rola Herêma Kurdistanê di parastina pêkhateyan û asayîş û aramiya navçeyê da bilind nirxand.