2023-10-25T11:06:06.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 24.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Aydin Maruf Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê da her du alî li ser rewşa pêkhateyan û mafên wan li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Di vê derbarê da birêz Aydin Maruf bi kurtî çendîn aliyên pêwendîdar bi rewşa pêkhateyên etnîkî û olî û hebûn û rola wan di jiyana siyasî û îdarî ya welat da pêşkêş kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, amaje bi pêwîstiya parastina mafên pêkhateyan û berfirehkirin û berdewam pêşxistina çanda pêkvejiyanê û hevduqebûlkirin û lêborînê kir û, herwesa, tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê hertim welatê hemûyan û welatekî aram ji bo hemû pêkhateyên olî û etnîkî bimîne û bi her awayê dê mozaîka ol û neteweyan biparêze.