Spêdehiya îro sêşem 29.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi şandeke Komara Îslamî ya Îranê re ya bi Serokayetiya birêz Reza Rehmanî Parêzgerê Azerbaycana Rojava re civiya.
Li civînê de birêz Rehmanî silav û rêzên birêz Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarî Îslamî ya Îranê bi Serok Nêçîrvan Barzanî gihand û xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re, dûpat kir.
Rêzdar her wiha pesnê peywendiyan û alîkariya hevbeş ya parêzgehan bi parêzgeha Hewlêrê û wan peymanan kir ku ji bo pêşxistina bazirganî û hêsankariyên tevgera derbasgehên tixûbî û hatin û çûna ziyaretkarên olî yên Başûrê Iraqê li rêya Herêma Kurdistanê re, li navbera her du aliyan da heye.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî şandina silav û rêzên xwe ji bo Serok Pizîşkiyan, tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên dîrokî yên bi Komara Îslamî ya Îranê re dinêre û xwazyare li hemû waran da wan peywendiyan û alîkariyên hevbeş zêdetir pêşbixin.
Li civînê de ku birêz Parêzgerê Hewlêrê amade bû, çendîn bîroke û pêşniyarên ji bo çawayî ya baştir kirina tevgera bazirganî û hatin û çûna derbasgehên tixûbî xistin rû.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêşxistina peywendiyên bi Îranê re kir
2025-07-29T09:14:00.000000Z