Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Tekezî Li Ser Bi Hevrejiyanê Dike

2025-09-28T14:04:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Nîvroya îro Yekşemê, 28/09/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke hevbeş a berpirsên Dîwana Ewqafa Ayînên Xiristiyan, Êzidî û Mendeyî yên Sabieyî, yên ser bi Encûmena Wezîran a Iraqa Federal, bi serokatiya birêz Dr. Ramî Jozêf Axacan, Serokê Dîwanê, kir.


Di hevdîtinê de, rewşa pêkhateyên olî li Iraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin, û di derbarê amadebûn, beşdarî û hevbeşiya pêkhateyên Xiristiyan, Êzidî û Mendeyî yên Sabieyî di cih û saziyên siyasî û îdarî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê de, danûstandina bîr û ramanan kirin.


Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya berfirehkirin û kûrkirina çanda pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di hemû astên jiyanê de kirin, bi taybetî di perwerdehî û xwendinê de. Şandê pesin û qedirgirtina xwe ji bo rol û xemxoriya Serok Nêçîrvan Barzanî û kar û piştgiriya cenabê wî ya ji bo pêkhateyan diyar kirin.


Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî, ligel dubarekirina hemû piştgiriyekê ji bo misogerkirin û dabînkirina hemû mafên tevahiya pêkhateyan li welêt, tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê herdem bibe welatê bi hevrejiyan, hevdû qebûlkirin û lêborînê ji bo hemûyan û dê parêzvanê mafên wan be.