2024-04-07T11:35:34.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya bernameyê serdana xwe ya bo Bexdayê da, şeva şemiyê 06.04.2024ê, beşdarî di her du civînan da; civîna çarçoveya Hemahengiya Aliyên Şiye û civîna dewrî ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê kir ku heta derengiya şevê dom kir.
Di civîna çarçoveya Hemahengiya Aliyên Şiye da, Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser girîngiya hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û karkirina hevbeş û parastina destûr û sîstema federalî kir û herwesa hebûna nêrîneke hevbeş ji bo birêvebirina welat û paşerojê bi pêwîst zanî.
Di mijareke din a civînê da derbarê têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan da, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê ciddî ye li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li ser bingehê destûrê û ji bona vê yekê jî tekîd li ser hebûna mekanîzmekê ji bo encamdana civînên dewrî di navbera aliyên peywendîdar yên her du aliyan da kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û beşdarên civînê, kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê da diyar kirin û dûpat kirin ku xwesteke hevbeş ji bo lihevtêgihiştinê û çareserkirina pirsgirêkan heye û ji bona vê yekê berdewamiya peywendiyan bi pêwîst û girîng dîtin.
Di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê jî da, dosyeyên hevpar yên digel Serokayetiya Herêma Kurdistanê, girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya avakirina Hikûmeta Federal, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û karnameya hikûmetê, xizmetguzarî û bernameyê serdana Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê gotûbêj kirin.