
Nîvroya îro çarşem 25.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Îrfan Sedîq Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Di civînê de peywendiyên Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, guftûgoya Hewlêr ـ Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera wan, rewşa navxwe ya Kurdistanê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gotûbêj kirin. Herwiha di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa Rojhilata Navîn de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina alîkariyên hevbeş ya Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li warên cûda cûda de kirin. Herwiha li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên Hewlêr ـ Bexda bi guftûgo û hevdû têgihiştinê û bi lez kirina li pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevraman bûn.
Di derbarê pêşhatên Rojhilata Navîn jî tekez kirin ku çareseriya aştiyaneya kêşeyan û li ber girtina guftûgo û rêyên dîplomasiyê, li berjewendiya hemû aliyan û tevahiya navçeyê da ye û aramî û ewlehiyê jî diparêze.
Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran û navçeyê û çend pirseke dinê girîng hevbeş, mijareke dinê civînê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê jî amade bû.