Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa Iraqê gotûbêj dikin

2025-11-16T12:32:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro Yekşem, 16.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Irfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de, ligel pesnê asta têkiliyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyan û daxwaza dualî ji bo berfirehkirina hevkariya hevbeşa di navbera wan ya hemû waran de kirin.

Her du aliyan serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê weke pêngaveke girîng ji bo pêşxistina demokrasiyê û bi pêş ve birina pêvajoya siyasî li welêt binav kirin. Di vê derbarê de, pêşbînî û nêrînên xwe yên di derbarê damezrandina hikûmeta federal a dahatî ya li Iraqê de anîn ziman.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.