Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa Iraqê û navçeyê gotûbêj dikin

2026-02-02T19:45:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Duşemiyê 02.02.2026an, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Birêz Irfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û şandeke pê re kir.

Di civînekê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK, rewşa siyasî ya Iraqê û pirsa hilbijartina Serokkomar û gavên avakirina hikûmeta nû ya federe ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herdu alî hevbîr bûn li ser giringiya serxistina pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha tekezî li pêwîstiya hemahengî û alîkariya navbera aliyên siyasî li Iraqê û Herêma Kurdistanê kirin ji bo derbaskirina pirsgirêkan û rûbirûbûna astengiyan.

Peywendiyên Brîtanyayê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawîn ên navçeyê bi giştî, aliyekî din ê civînê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê, tevlî bû.