Nîvroya îro roja çarşemiyê 18/02/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Joshua Harris, Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û şandeke pêre kir.
Di civînê de, peywendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên pêvajoya siyasiya dawî ya li welat û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û her wiha li ser wê yekê jî hevfikir bûn ku berjewendî û nirxên hevbeş Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve girê didin. Di vê derbarê de jî behsa warên hevkariya di navbera her du aliyan de kirin.
Peywendiyên Hewlêr – Bexdayê, girîngiya yekdengiya aliyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa herêmê bi giştî, babêteke din a civînê bû.