Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Hadî Elamirî proseya siyasî guftûgo kirin

2022-01-17T14:20:21.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Nîvroya îro dûşem 17.01.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hadî Elamirî Serokê Hevpeymaniya Elfetih kir.

Li hevdîtinê de pêşketinên dawî û kêşe û giriftên li ber proseya siyasî û hengavên paşerojê û hewl û guftûgoya hêz û aliyên Iraqiyan ya ji bo hilbijartina Serok Komar û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya parastina prose û aramiya siyasî û çareserkirina kêşe û giriftan bi guftûgoyê kirin û hêvî xwestin hevdû têgihiştina hevbeş aliyên sîyasî û pêkhatên Iraqiyan kombike.