Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya roja duşemê 13.01.2025ê li Bexdayê bi birêz Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa re civiya.
Di civînê da bihêzkirina hevkariyên niştimanî û çareserkirina kêşeyên hêlawêstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra bingehîn ya Iraqê gotûbêjkirin û di vê derbarê da tekez li ser girîngiya pêdagirbûna bi destûrê ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyên li Iraqê kirin.
Her du alî li ser girîngî û pêwîstiya lihevtêgihiştin û bihêzkirina diyaloga siyasî ya di navbera hêz û aliyên Iraqî da û hewlên yekgirtî ji bo çareserkirina kêşeyên nuha heyî û yên rûbirûyê welat dibin, hevdeng bûn.
Pêşhatên navçeyê bi taybetî rewşa Sûriyê û bandora rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraq û navçeyê mijarên din yên civînê bûn û di vê derbarê da tekezî li ser girîngiya karên hevpar ji bo parastina aştî û aramiya welat kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Nûrî Malikî rewşa welat gotûbêj kirin
2025-01-13T12:35:00.000000Z