
Piştî nîvro ya îro çarşem 16.04.2025 li Silêmaniyê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi xanima Victoria Taylor Cîgira Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîkayê re civiya.
Li civînê de peywendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û berdewamiya guftûgoyên çareser kirina kêşeyên hilawêstî guftûgo kirin.
Li mijareke dinê civînê de, balkişandin li ser rewşa navçeyê û bandorên wê yên li ser Iraq û Kurdistanê, li vî derbarî de her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina asayîş û ewlehiya li navçeyê da kirin.
Çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên dinên vê civînê bûn.