2026-02-02T15:16:00.000000Z
Êvara îro Duşemiyê 02.02.2026an, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Birêz Musenna El. Samerraî, Serokê Hevpeymaniya Ezm kir.
Di civînekê de rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û gavên dawîn ên pêvajoya siyasî ya ji bo hilbijartina Serokkomar û avakirina hikûmeta nû ya federe ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya diyaloga navbera aliyên siyasî û hemahengiya hevbeş kirin ji bo hevfêmkirin û derbaskirina astengiyan û parastina aramiya welat.