Piştî nîvroya îro Sêşemê 16.06.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Tom Barrack, nûnerê taybet ê birêz Donald Trump, Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Iraq û Sûriyê kir.
Di civînê de, têkiliyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin nirxandin. Di vê derbarê de, nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê piştgiriya bihêz a welatê xwe ji bo hikûmeta nû ya Iraqê dûpat kir, her wiha her du alî li ser girîngiya kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve hevnêrîn bûn.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta birêz Elî El Zeydî û çareserkirina kêşeyên Iraqê, bi taybetî kêşeyên hêlawestî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, li ser bingeha destûrê kir.
Her du alî li ser girîngiya guhartina şêwazê têkiliyên navbera Amerîka û Iraqê bo hevkariyeke aborî ya hevseng û demdirêj, bi şêweyekî ku xizmeta berjewendiyên bilind ên her du aliyan bike, li hevbîr bûn.
Pêşhatên dawî yên herêmê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, mijareke din a hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de pesnê rêkeftina navbera Amerîka û Îranê ya ji bo bidawîkirina şer kirin û hêvî xwestin ku bibe sedema pêkanîna aştî û aramiya li herêmê.