Îro sêşema 02.09.2025 danê sibehê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li birêz Balyoz Alî Riza Guney, Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Iraq û Îranê li Wezareta Derve ya Tirkiyeyê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de, peywendiyên Tirkiyeyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û hilbijartinên dahatû yên Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan asta peywendiyên xwe bilind nirxandin û tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên curbicur de kirin.
Rewşa ewlehiyê ya herêmê û pêşhatên dawî yên Sûriyê û Rojhilata Navîn û bandor û encamên wan, digel çend pirsên din ên girîngiya hevbeş, babeteke din a hevdîtinê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê jî amade bû.