Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron civiyan.

2026-02-13T23:09:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Di berdewamiya hevdîtinên xwe yên di Konferansa Asayîşa Munîhê de, êvara îro înê 13/2/2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel rêzdar Emmanuel Macron, Serokê Fransayê, civiya.

Di civînê de, pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî yên herêmê û rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser parastina mafên Kurdan di destûra paşerojê ya Sûriya yekgirtî de kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo dostanî û piştgiriya domdar a Fransayê û parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê anî ziman. Herwiha, herdu alî li ser girîngiya hemahengiya navneteweyî ji bo parastina aramiya herêmê hemfikir bûn.