Îro înî, 13.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefoniyê de ligel birêz Emmanuel Macron, Serokê Fransayê, bi tundî êrîşa terorîstî ya şeva borî ya li sînorê Mexmûrê li ser baregeheke hevbeş a Pêşmerge û hêzên Fransayê di çarçoveya Hevbendiya Navneteweyî de şermezar kir, ku di encamê de leşkerekî payebilind ê Fransî jiyana xwe ji dest da û hejmarek din jî birîndar bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr û gelê Kurdistanê pêşkêşî Serok Macron û gel û hikûmeta Fransayê û malbat û hevalên wî leşkerê Fransî kir ku ji bo parastina asayîşê û rûbirûbûna terorê li Herêma Kurdistanê canê xwe gorî kir. Herwiha dûpat kir ku bîr û dilê me li cem wan e û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran xwest.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Fransa li Iraq û Herêma Kurdistanê û alîkariya wê û qurbanîdana hêzên leşkerî yên Fransayê li Herêma Kurdistanê kir. Herwiha tekez kir ku divê Hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bîne ji bo rêgirtin li êrîşên van grûpan û cezakirina wan, da ku êdî berjewendiyên welat û peywendiyên ligel civaka navneteweyî nekevin metirsiyê.
Ji aliyê xwe ve, Serok Macron, spas û rûmeta xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê derbirî û tekez kir ku Fransa dê di piştevanî û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam be.
Gotûbêjkirina geşedanên dawî yên şer û encamên wê yên li ser herêmê, mijareke din a peywendiyê bû. Tê de her du aliyan tekez li ser zêdekirina hewldanan ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane kir.