
Di berdewamiya dîdar û civînên xwe yên li bajarê Munchenê da birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 15.02.2025ê, bi birêz Jonathan Paul Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê re civiya.
Di civînê da pêşhatên emnî yên Iraq û navçeyê û bihêzkirina hevkariyên emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Brîtanyayê re hatin gotûbêjkirin û herwiha tekez li ser hemahengiya di warê şerê dijî terorê û rûbirûbûna metirsiya DAIŞê hate kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê di warên asayîş û berevaniyê da ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst û girîng zanî û bi taybetî di warê perwerdekirina hêzên Pêşmerge û bihêzkirina şiyanên wan da, û herwesa pêdagirbûna Herêma Kurdistanê bi dabînkirina aramî û ewlehiya li navçeyê de dupat kir.
Birêz Jonathan Paul rola Herêma Kurdistanê di parastina asayîş û aramiyê da bilind nirxand û pêdagirbûna Brîtanyayê bi berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên ewlehiyê di navbera wan da ji bo rûbirûbûna metirsiyên emnî de dupat kir.
Rewşa Sûriyeyê û girîngiya parastina aştî û aramiya Rojhilata Navîn di civînê da hate gotûbêj kirin.