Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û şêx Cemal Al-Zarî rewşa Îraqê dinirxînin

2022-03-29T16:08:02.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 29.03.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li birêz şêx Cemal Al-Zarî emîndarê giştî yê Pirojeyê Niştimanî yê Îraqê kir.

Di civînekê de, pêşhatên dawiyê yên rewşa Îraqê, hewil û encamên civîna parlamentoya Îraqê ya ji bo hilbijartina Serokomar û destnîşankirina serokwezîrekî bo kabîneya nû ya hikûmeta federal ya Îraqê gotubêj kirin.

Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku gelek giring û pêdiviye hêz û pêkhateyên Iraqî berjewendiyên balayên niştimanî li ber çavan bigirin bigehin lihevhatinekê ji bona çareserkirina pirsgirêkan û ji bona derbaskirina vê qonaxê û gefên niha û paşerojê dikevine pêşiya prosesa siyasî li welat.