Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Seyîd Emmar Hekîm peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

2024-01-14T17:04:06.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê da, îro yekşemê 14.01.2024ê, digel birêz Seyîd Emmar Hekîm Serokê Tevgera Hîkme di derbarê pirsgirêkên Hewlêr - Bexda û girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera wan ji bo li hevtêgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî hevfikir bûn ku divê pirsgirêk li ser esasê destûrê bêne çareserkirin û maf û şayesteyên hemû pêkhateyên Iraqê bêne parastin û welatî ji bo debara jiyana xwe baca pirsgirêkên siyasî nedin.

Di derbarê pirsgirêk û rewşa aloza herêmî da, her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku, divê berjewendiyên bilind û parastina aştî û aramiya welat li pêş her tîştî be û bi tu awayî nabe Iraq bibe beşek ji pirsgirêk û aloziyan.

Rewşa siyasî ya welat û girîngiya piştevanîkirina bernameya karê hikûmeta Iraqa Federal û serkeftina wê, mijarek din ya hevdîtinê bû.