Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Thomas Barrack Rewşa Sûriyê Gotûbêj Dikin

2025-10-21T14:32:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Sêşemê, 21.10.2025, piştî nîvro, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, û Thomas Barrack, Balyozê Amerîka li Tirkiyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê, peywendiyeke telefonî pêk anîn.


Di vê peywendiyê de, her du aliyan rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên herêmê gotûbêj kirin. Di vê derbarê de, ew hevnêrîn bûn ku divê pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalog û lihevkirinê bên çareserkirin.


Birêz Barrack, spas û pesnên xwe ji bo rola Serok Nêçîrvan Barzanî û alîkarî û piştgiriya wî di çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li Sûriyê ligel Şamê dubare kir, herwiha jê xwest ku rola xwe ya erênî bidomîne.