Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Civiyan

2026-02-05T23:15:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Pêncşemê 05.02.2026/2/5, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Jean-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê û şandeke pêre kir.

Di civînê de peywendiyên Fransayê digel Iraqê û Herêma Kurdistanê, berfirehkirina hevkarîya stratejîk di navbera wan de, rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, rewşa gelê Kurd û pêkhatên li Sûriyeyê, rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de, metirsiyên DAIŞê û pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Fransayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir, herwiha spasiya rola Serok Macron ya ji bo piştevaniya mafên gelê Kurd di Sûriyeyeke yekgirtî de û hewldanên wî ji bo gihîştina hikûmeta Sûriyeyê û HSDê bi agirbest û lihevkirinê kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Wezîrê Derve yê Fransayê, dubare kir ku welatê wî dê di piştevaniya Iraqê û Herêma Kurdistanê de berdewam be, herwiha hemû piştevaniya xwe ji bo cîbicîkirina lihevkirina hikûmeta Sûriyeyê û HSDê û garantîkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyan di Sûriyeya yekgirtî de dubare kir.

Di mijareke din a civînê de, her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku DAIŞ hê jî metirsiyeke rastîn e û gefan li ewlehiya herêmê dixwe. Di vê derbarê de, wan tekez li ser girîngiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir. Derbarê rewşa herêmê de jî, wan tekez li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û hewldana ji bo rêgirtina li belavbûna aloziyan kir.

Piştî civînê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Wezîrê Derve yê Fransayê daxuyaniyên rojnamevanî pêşkêş kirin, ev jî naveroka wê ye:

Naveroka daxuyaniya Serok Nêçîrvan Barzanî:

Pir kêfxweş bûm ku îro êvarê li Hewlêrê pêşwaziyê li Monsieur (Jean-Noël Barrot) Wezîrê Derve yê Fransayê kir. Careke din bi germî bi xêr hatina cenabê wî dikim.

Di hevdîtina me de me behsa pêşxistina têkiliyên Fransayê digel Iraqê û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkarîya me ya stratejîk ji bo niha û paşerojê kir. Me rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Me spasiya dostaniya kevnare û piştevaniya berdewam a Fransayê ji bo Iraqê û bi taybetî ji bo gelê Kurdistanê kir. Spasî û rûmeta xwe ji bo cenabê Serok Macron dubare dikim ku her dem piştevaniya gelê Kurdistanê û mafên wê yên destûrî kiriye. Gelê Kurdistanê qet vê ji bîr nake.

Xemxwarî û dilsoziya Fransa û rola girîng a Serok Macron ji bo agirbestê li Sûriyeyê û destpêkirina diyaloga di navbera Şam û HSDê de, herwiha piştevaniya wan ji mafên gelê Kurd û pêkhateyan bi awayekî destûrî li Sûriyeyê, em pir bilind dinirxînin.

Nêrîna me ya hevpar digel Fransayê heye ku ewlehiya Sûriyeyê girîng e. Sûriyeyeke yekgirtî ku Kurd û hemû pêkhateyan li xwe bigire û mafên her kesî parastî bin. Ji bo wê me tekez li ser cîbicîkirina lihevkirina Şam û HSDê, bi çavdêriya navdewletî kir.

Digel cenabê wezîr em hevfikir bûn ku DAIŞ hîna metirsiyeke rastîn e û gefan li aramî û ewlehiya herêmê dixwe. Lewma pêwîst e erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û rûbirûbûna teror û tundrewiyê berdewam be.

Me tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û rêgirtina li zêdebûna aloziyan li herêmê kir. Me tekez kir ku pêwîst e her hewldanek were kirin ji bo ku pirsgirêk û alozî bi awayekî aştiyane, bi gotûbêj û rêyên dîplomatîk werin çareserkirin.

Cenabê wezîr, careke din bi hatina we kêfxweş bûn, gelek bi xêr hatin.

Naveroka daxuyaniya birêz Wezîrê Derve yê Fransayê:

Gelek spas, cenabê Serokê Ezîz Nêçîrvan, ji bo pêşwaziya te li Hewlêrê, li vê Kurdistana ku cihekî pir taybet li cem Fransayê heye.

Hemû li vir hêza têkiliyên me yên dîrokî dizanin. Hemû dizanin ku bi destpêşxeriya Fransayê bû ku biryara 688 ya Encûmena Ewlehiyê hate pesendkirin, ku tê de herêma qedexeya dijîfirînê ji aliyê firokevanên Fransayî ve hate dabînkirin, ew jî dawiyê li komkujiya Kurdan ji aliyê Sedam Husên ve anî û rê ji otonomiya Kurdistanê re xweş kir.

Hemû xebata hevbeş a hêzên çekdar ên Fransayê û Pêşmergeyên me yên leheng di bîra wan de ye ku van demên dawî bajarê Parîs rêz li wan girt, herwiha xebata Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rawestandina DAIŞê li ser deriyên Hewlêr û Kobanê.

Serok Hollande, yekem serokdewlet bû ku serdana Hewlêrê kir da ku hevsoziya xwe ji bo bira û xûşkên me yên hevçeper re eşkere bike; ji ber ku hemû kes wêrekî û cangoriya wan lehengên jinan di bîra wan de ye ku bi serkeftî rûbirûyê hovîtiyê bûn ji bo parastina axa xwe: Kurdistan.

Di nav nexweşiyan de, Fransa û Kurdistan her dem yek çarenivîs bûne. Îro jî, di demekê de ku aloziyên Sûriyeyê û Îranê Rojhilata Navîn dihejînin, em civiyan da ku hemahengiya xwe ya nêzîk û hewldanên xwe yên hevpar nîşan bidin.

Li vir ez dixwazim spas û rûmetên xwe pêşkêşî rayedarên Herêma Kurdistanê ya Iraqê bikim ji bo rola ku di çend hefteyên borî de lîstine.

Di destpêkê li Sûriyeyê, cenabê Serok, we bi xwe roleke diyarker lîst ji bo bidawîkirina geşepêdana aloziyên di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de.

Di demekê de ku Fransa di hewldanên xwe yên navbeynkariyê de bi beşdariya kesane ya Serokkomarê Fransayê berdewam dike, ez dixwazim spasiya wê hemahengiya we ya nêzîk bikim ku di van hefteyên dawî de me dît, ku rê li ber xwînrijandinê girtin û bû sedema pêkhatina agirbestê û hêsankirina îmzekirina peymana 29ê Çileya Paşîn a rabûrî.

Peymanek ku şer bi dawî dike û divê bi temamî were cîbicîkirin da ku garantiyên siyasî û ewlehiyê ji bo têkelbûna Kurdan di Sûriyeyeke yekgirtî de dabîn bike, herwiha divê biryarnameya serokayetiyê ji bo naskirina mafên wan ên zimanî, çandî û perwerdehiyê bi temamî were cîbicîkirin.

Naskirina nasnameya Kurdan şertekî sereke ye ji bo vejandina Sûriyeyê, wekî ku li Iraqê jî wisa bû. Em ê di piştevaniya ji bo cîbicîkirina vê peymanê û veguhestina siyasî de berdewam bin, bi mebesta avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, xwedî serwerî û aştiyane ku rêz li hemû pêkhatên xwe bigire. Asoya Kurdên Sûriyeyê divê tenê di herêma wan de kurt nebe, belkî divê wek Iraqê, beşdarî jiyana siyasî ya Sûriyeyê bibin.

Di derbarê Îranê de, min tundiya dewletê ya li dijî gelê Îranê bi tundî şermezar kir. Em ji rewşa navxweyî ya dilgiranker û metirsiyên geşedana aloziyên herêmî agahdar in. Em dizanin ku çi metirsî rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibe eger gengeşeyek dest pê bike ku xwe jê re hilnebijartibe.

Berê jî me ev dîtibû û ne dikarin qebûl bikin û ne jî radest dibin. Min ji Serok Nêçîrvan Barzanî re piştrastî da ku Fransa dê di pabendbûna xwe digel Kurdan de berdewam be ji bo parastina asayîş û ewlehiya herêmê ku em dizanin bi ewlehiya me ve girêdayî ye.

Serdana min derfetek jî bû ji bo hevdîtina min bi leşkerên Fransî re li Iraqê, bi taybetî di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de. Ev hêzên hanê ji bo bersivdayîna guhertina metirsiya terorîzmê de bi xwe rêxistinê ve mijûlin, ku em bi tundî pêve girêdayî ne ku em li dijî wê şer bikin, ligel hev û bi hev re, wekî ku em bi salane dikin.

Careke din jî spasiya dostên me yên Kurd dikim ji bo wê baweriya ku bi me dane û hemahengiya wan a hêja di vî warî de.

Pêwîstî bi gotinê nake ku têkiliyên me ji wê zêdetir in û hemû warên aborî, çandî, koçberî û jîngehê digire, wekî projeya rêvebirina avê ji bo xizmeta niştecihên Kurdistanê. Em ê di pêşxistina vê hemahengiyê de berdewam bin.

Li vir ez dixwazim ji dil spasiya rayedarên Herêma Kurdistanê ya Iraqê bikim ji bo wê biryara ku şeva borî dan ji bo piştevaniya berfirehkirina cihê dîplomasî ya Fransayê li Hewlêrê. Ev helwesteke pir mêrxasane ye û nîşana hêza têkiliyên me yên bênavber dike.

Di dawiyê de, ez dixwazim behsa pêşhatên siyasî yên di nav Herêma Kurdistanê û Iraqê de bikim. Li hemberî wan gefên mezin ên ku rûbirûyî herêm û welat dibin, di berjewendiya hemûyan de ye ku aliyên siyasî yên sereke yên Kurd diyalogeke avaker bikin. Herwiha di berjewendiya hemûyan de ye ku siyaseta cihêrengî û geşedanê li Iraqê berdewam bike.

Cenabê Serok, sibê ez ê di serdana xwe de berdewam bim û şerefmend bim bi hevdîtina cenabê Mesûd Barzanî, ku ligel wî em ê behsa gefên serekî yên herêmê û rêyên rûbirûbûna wan bikin.

Ev e derfetek jî dê be ji bo dubarekirina wê hevsozî û dostaniya ku dîrokeke dirêj heye. Ji ber ku her di sala 1967an de, Mistefa Barzanî ji General de Gaulle re nivîsandiye: "Bizane ku tu ji bo me, ku gelekî hebûna wî hatiye desteserkirin û gef lê hatiye xwarin û qurbaniya şerekî dirêj û dilreqîn, tenê aliyê navdewletî tu yî ku dikarî bingehên çareseriyeke dadperwerane û aştiyane ji bo me dabîn bikî."

Cenabê Serok, Nêçîrvanê ezîz, bi dilsozî ji bo vê dîroka hevbeş, Fransa her dem li kêleka gelê Kurd radiweste ji bo ku rêz li mafên wî bigire.

Dubare spas ji bo pêşwaziya we.