Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Kuweytê pêwendiyên du alî gotûbêj kirin

2024-02-17T10:51:35.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro danê sibê 17.02.2024ê li Almanyayê û di çarçoveya duyem roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Ebdullah Elî ElYehya Wezîrê Derve yê Kuweytê civiya.

Di civînê da behsa Peywendiyên dêrîn yên di navbera her du aliyan da û piştevaniya berdewam ya Kuweytê ji bo Herêma Kurdistanê hate kirin û tekez li ser pêşxistina hemû warên peywendiyan û berfirehkirina derfetên hevkariyên hevbeş yên di hemû waran da kirin.

Derfet û bingeha pêşdebirina peywendiyên di navbera Iraq û Kuweytê da gotûbêj kirin û li ser rewşa emnî û siyasî ya Iraqê danustandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê da her du aliyan tekez li ser parastina aramî û seqamgîriya Iraq û deverê kirin.

Pêşhatên dawî yên gotûbêjên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û rewşa navçeyê bi giştî mijarên din yên civînê bûn.