Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Peywendiyan Gotûbêj Dikin

2025-10-09T10:22:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro Pêncşemê, 09/10/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya fermî bo Tirkiyeyê de, li Enqereyê bi rêzdar Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re civiya.


Di civînê de, her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya pêşxistina têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin. Herwiha, wan derbarê awayê berfirehkirina warên hevkariya hevbeş de, danûstandina bîr û ramanan kirin.


Di mijareke din a civînê de, pirsgirêka avê di navbera Tirkiye û Iraqê de hat gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya hevrêziya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kir, bi awayekî ku birêvebirina avê hemî pêdiviyên her du aliyan dabîn bike.


Rewşa herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevpar, aliyekî din ê civînê bûn.