Sibehiya îro Şemî 14.02.2026 her li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Paul Richard Gallagher, Wezîrê Derve yê Vatîkanê civiya.
Di civînê de, pêşhatên dawî yên herêmê û rewşa pêkhatên olî û neteweyî hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî pabendbûna Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên pêkhatan û pêşxistina çanda pêkvejiyanê dûpat kir.
Ji aliyê xwe, birêz Gallagher pesnê jîngeha lêborînê û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê da û piştgiriya Vatîkanê ji bo aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Vatîkanê Pêkvejiyan û Rewşa Pêkhateyan Gotûbêj Kirin.
2026-02-14T12:33:00.000000Z