Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Navxwe ya Almanya tekez li ser hevkariya hevbeş kirin

2025-02-14T12:04:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro înê 14.02.2025 li bajarê Munchen ya Almanyayê, di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê da bi birêz Hans-Georg Angelke Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Navxweyî yê Almanyayê re behsa hevkariyên hevbeş yên di warê ewlehiyê yên di navbera Almanya, Iraqê û Herêma Kurdistanê da kirin.

Her du aliyan tekez li ser pêşxistina hevkariyên Almanyayê digel aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê li ser pirsa koçber û koça neyasayî û rûbirûbûna tawanan kirin. Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê di civînê da hatin nirxandin.

Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî, ji gelê Almanya û malbatên qurbaniyên êrîşa terorîstî yê doh ra, ku encama êrîşek otomobîlan bû û hejmareke welatiyan birîndar bûn, hevsozî û hevxemiya xwe nîşan da û ew êrîş şermezar kir.