Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok û Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê li gel Sekreterê Giştî yê UN civiya

2022-02-18T18:49:20.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro în 18.02.2022 li çarçêweya çalakiyên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê li gel birêz António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) civiya.

Li civînê de piştî pêşkêşkirina axaftinek di derbarê pêşhatên dawî yê rewşa siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, birêzan Serok û Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, spasî piştgîriya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir, bi taybetî rola (Unami) li hilbijartinên Iraqê da û hêviya berdewamiya yarmetîdan û piştgîriya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo çareserkirina kêşeyên li Iraqê xwest.

Pêşhatên dawî yên rûbirûbûna terorê û gef û metirsiyên Da'îş, mijarên dinê civînê bû. Têda her du alî tekez li wê yekê kirin ku Da'îş hê jî metirsiyeke ciddî û rasteqîneye û li Iraq û Sûriye gefê li aramiyê dike.

Her li vî derbarî de behsa girîngiya hemahengiya Hewlêr û Bexda ya ji bo rûbirûbûna terorê kirin û tekez li wê yekê kirin ku hemû kar bikin ji bo vegerandina aramiyê li Iraqê, ji ber bi nearamiyê, proseya siyasî tê binpêkirin, ji bo vê jî Neteweyên Yekgirtî dikarê yarmetîder bê.

Xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo encamdana hilbijartinê di dema xwe da, biryara dawî ya Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê ya di derbarê yasaya neft û gaz li Herêma Kurdistanê û egerê serdana birêz Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê piştî pêkanîna hikûmeta nû ya federaliya Iraqê, çend mijareke dinê civînê bûn.