Nîvroya îro Duşemê, 22.09.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Muhsîn Mendelawî, Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê, û şandeke pê re kir. Şand ji birêz Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran û çend endamên Encûmenê pêk dihat.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, proseya siyasî û hilbijartinên Encûmena Nûneran ên paşerojê, kar û bernameyên Encûmena Nûneran, peywendiyên Hewlêr – Bexda û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, bi taybetî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexda li ser bingeha destûr û lihevkirinan kirin ku ev yek di berjewendiya aramiya welat û pêşketina wê de ye.
Di heman çarçoveyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hemû kesayetî û aliyên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan kar dikin, kir. Herwiha wî piştgiriya xwe ji bo hewl û lihevhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di derbarê pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de dubare kir.
Her du alî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Encûmena Nûneran ên paşerojê li hev kirin û behsa amadekariyên wan kirin. Di vê derbarê de, her du aliyan geşkirina proseya demokrasiyê ji bo parastina aramî û ewlehiya li welat wekî pêwîst û girîng dane zanîn.
Girîngiya karê hevbeş û hevkariya di navbera pêkhat û aliyên siyasî yên welat û çend pirsgirêkên din ên girîng ên hevbeş, babeteke din a civînê bû.