Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê bi Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehcê Niştimanî re civiya

2025-01-13T15:10:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Di berdewamiya serdanên xwe yên Bexdayê da, êvariya roja duşema 13.01.2025ê li Bexda ya paytexta Iraqê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Abdulsada Al-Firêcî Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehcê Niştimanî re civiya.

Di civînê da rewşa giştî ya Iraqê nirxandin û tekez li ser girîngiya xurtkirina hevkariya siyasî, bi awayek ku alîkariya bi dest ve anîna aramî û pêşketina li Iraqê bike, kirin.

Her du alî pêşhatên herî dawî yên navçeyê û encamên wan gotûbêj kirin û li ser pêwîstiya pêşxistina hevkariya di navbera aliyên siyasî ya ji bo çareserkirina kêşeyan de hemfikir bûn.