Îro danê sibê roja duşemê 13.01.2025ê li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Casim Mihemed Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê re civiya.
Di civînê da behsa girîngiya rola Dadgeha Federalî di çareserkirina pirsgirêkên hêlawestî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da kirin û tekez li ser pêdagirbûna bi Destûra Iraqê kirin ku, weke çavkaniyeke sereke ji bo pêkanîna dadweriyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê be.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasî rola Dadgeha Bilind a Federalî ya di encamdan û serxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da kir û bi taybetî spasiya rola wê ya di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da bi taybetî pirsa mûçe û şayesteyên darayî da kir. Herwiha rola dezgeha dadweriyê di parastina proseya demokrasiya li welat de bilind nirxand.
Her du aliyan tekez li ser pêwîstiya hevkariya di navbera desthilata dadwerî û dezgehên federal û herêmî yên ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingehên yasayî û destûrî bi awayekî kirin ku, bihêzkirina aramiya niştimanî û parastina serweriya yasayê biparêze.
Bandora rewşa navçeyê û girîngiya dûrxistina Iraqê ji nakokiyan û tekeziya li ser parastina ewlehî û aramiya welat mijarên din yên civînê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Dadgeha Bilind a Federalî re civiya
2025-01-13T09:01:00.000000Z