Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Encumena Dadwerî ya Iraqê re civiya

2025-01-13T17:08:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya civîn û hevdîtinên bi rayedarên Iraqa Federal re, roja duşema 13.01.2025ê li bajarê Bexdayê bi birêz Fayeq Zêdan Serokê Encumena Dadwerî ya Iraqê re civiya.

Di hevdîtinê da li ser rewşa Iraqê bi giştî û girîngiya rola dezgeha dadweriyê di çareserkirina pirsgirêkên welat, bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola Encûmena Dadwerî ya Iraqê ya ji bo dabînkirina dadperweriyê û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûr û yasayên cîbicîkar bi awayekî ku xizmeta berjewendî û aramiya welat bike.

Serok Nêçîrvan Barzanî, her di vê derbarê da, spasiya rola Encumenê û desthilata dadwerî ya Iraqê di piştgîrîkirin û serxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da kir û kar û rola Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê bilind nirxand. Her wiha daxwaz ji Encumena Dadwerî kir ku rola xwe di dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê da bilîze.

Birêz Fayeq Zêdan, ji aliyê xwe ve, tekezî li ser girîngiya serweriya yasayê di çareserkirina pirsên niştimanî da kir û da zanîn ku desthilata dadweriyê hertim hewl dide bibe fakterek ji bo nêzîkkirina aliyên cûda û çareserkirina pirsgirêkan.