Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 13.01.2025ê di berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê da bi birêz Musenna El-Samerayî Serokê Hevpeymaniya Ezim re civiya.
Her du aliyan behsa rewşa siyasiya welat û çawaniya bihêztirkirina peywendiyên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da kirin, bi awayekî ku ji bo aramkirina Iraqê û pêşvebirina karê hevbeş yên çareserkirina pirsgirêkan de alîkar be.
Her du aliyan tekez li ser pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê û dabînkirina wekheviyê di navbera wan da kirin, bi awayekî ku pêkvejiyana aştiyane û giyanê dadperweriyê weke ku di destûra Iraqê da hatiye çespandin, bihêztir bike.
Di civînê da rewşa navçeyê hate nirxandin û tekez li ser erkê hevbeş, hemahengî û hevkariya hemû hêz û aliyên Iraqî yên ji bo parastina aştî û aramiyê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya Ezim re civiya
2025-01-13T10:20:00.000000Z