2022-07-19T17:31:47.000000Z
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 19.07.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Eric Chevallier Balyozê Fransayê Iraqê kir.
Di civînê da pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, hewlên ji bona hilbijartina Serok Komarê Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, rûbirûbûn, metirsî û gefên Daîşê li deverên maddeya 140, pêşhatên devera Şingalê û rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijartInên paşerojê gotûbêj kirin.
Birêz Balyozê Fransayê di axaftina xwe da got ku welatê wî dixwaze têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re xûrt û berfireh bike û aramî û seqamgîriya Iraqê ji bo parastina aramî û seqamgîriya herêmî wekî pêdiviyek û girîng dizane.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê xwe ve, careka din ji şandeya mêvan ra tekîd kir ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê kilîta aramî û seqamgîriya Iraqê ye, û hebûna mekanîzmekê ji bo danûstandin û çareserkirina pirsgirêkên hêlawestî wek pêdiviyek û girîng da zanîn.
Her du alî li ser pêdivî û girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerên Iraqê da bi pîştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya rûbirûbûna gef û metirsiyên Daîşê bi taybetî li deverên maddeya 140 ya destûra Iraqê de hevhizir bûn.
Rewşa herêmî bi giştî, hewlên ji bona cêgîrkirina bazarê enerjiyê û pêgeh û girîngiya Rojhilata Navîn di vî warî da û têkiliyên Herêma Kurdistanê digel dewletên cîran çend mijarên din yên civînê bûn ku têda Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê jî amade bû.