2023-09-21T16:59:40.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 17.09.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Eric Chovalier Balyozê Fransayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinekê da her du aliyan pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr - Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên wan û pirsa bûdceya Iraqê gotûbêj kirin û tekez li ser berdewamiya diyaloga avaker ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û parastina mafên hemûyan kirin.
Pêşvebirina peywendiyên Fransa digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera wan da di hemû waran da gotûbêj kirin. Her wiha behsa rola Fransayê li Iraqê kirin û tekez li ser xwesteka her du aliyan ji bo kûrkirina peywendiyan anîn ziman.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş çend mijarên din bûn ku di hevdîtinê da hatin gotûbêjkirin.