2024-05-06T17:15:48.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro duşemê 06.05.2024 li Tehranê, bi birêz Ayetullah Elî Xameneyî Rêberê Bilind yê Şoreşa Îslamî ya Îranê ra civiya.
Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Xameneyî ra nîşan da û amadeyî û xwesteka Herêma Kurdistanê jî ya ji bo pêşxistina peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran da nîşan da. Herwiha spasiya hevkarî û piştevaniya Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di mijareke dinê civînê da her du aliyan tekezî li ser girîngiya peywendiyên Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û li ser pêwîstiya parastina aştî û aramiyê û berfirekirina hevkariyên hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê de hevfikir bûn.
Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş di civînê da hatin gotûbêjkirin.