Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel şandeke Parlamentoya Almanyayê civiya

2022-09-14T16:54:39.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 14.09.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeke Parlamentoya Almanyayê ji Partiya SPD ê bi Serokatiya birêz Nils Schmidt kir.

Di civînekê de ku, birêz Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, peywendiyên Almanya digel Iraq û Herêma Kurdistanê, erkê hêzên Almanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî Daîş li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsên girêdayî mafê mirov û azadiya li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, Daîş li Iraq û Sûriyê hê jî gefeka rasteqîneye, û ji bo ji navbirina terorê Iraq û Herêma Kurdistanê hêşta pêwîstî bi alîkarî û piştevaniya navdewletî heye, ji ber vê yekê Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku Parlamentoya Almanyayê di meha cotmeha bê da biryarê li ser dirêjkirina erkê hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê bide.

Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, li ser navê Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyên mirovî û leşkerî bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Almanya yê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina sazî û demokrasiyê û ber bi pêşvebirina prensîpên mafê mirov û azadiyan pêwîstî bi Ewrupiyan heye û ew dikarin di vê warî da alîkariya me bikin.

Tevî bilind nirxandina rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge di têkşikandina Daîş de, şanda mêvan sersamiya xwe ji pêşkeftin û avadaniya Herêma Kurdistanê nîşan da û kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku piştî têkşikandina terorîstan prosesa avadanî û veberhemanînê dest pêkiriye ve. Herwiha tekezî li ser dostayetiya Almanya digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û aştî û aramiya Iraqê ji bo navçeyê bi giştî bi girîngî zanî.

Hevahegiya navbera arteşa Iraq û Pêşmergeyê Kurdistanê, rewşa herêmî bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş jî gotûbêj kirin.