2023-04-08T11:14:56.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Şemiyê 08.04.2023ê li Bexdayê digel Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa civiya.
Di civînê da pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, astengiyên vê qonaxê û pêngavên cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federal ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez li ser girîngiya hevdengî û hevkariya hevbeş di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê kirin ji bo derbaskirina dijwariyan û vedîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên welat bi giyaneke berpirsiyariya niştimanî.
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên li navçeyê bi giştî mijarên din yên civînê bûn.