![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2023/04/President-of-the-Kurdistan-Region-met-with-the-leader-of-the-Siyada-coalition2.jpeg)
2023-04-08T22:51:00.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja şemiyê 08.04.2023ê li Bexdayê, di civînekê da digel birêz Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û karnameya Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj kirin.
Di civînê da tekezî li ser hevkariya hevbeş di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê û girîngiya piştevanîkirina wan li Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo serxistin û cîbicîkirina temama karnameya wê kirin, bi awayekî ku aramî û maf û şayêsteyên hemû pêkhateyên Iraqê dabîn bike.
Di civînê da çendîn mijarên din ên derbarê rewşa giştî ya welat û rewşa pêkhateyên Iraqê jî hatin gotûbêjkirin.

![](/uploads/old_images//2023/04/President-of-the-Kurdistan-Region-met-with-the-leader-of-the-Siyada-coalition1.jpeg)