2023-04-08T16:24:46.000000Z
Di berdewamiya civîn û hevdîtinên xwe da, îro şemiyê piştî nîvro 08.04.2023ê li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Seyîd Emmar Hekîm Serokê Tevgera Hîkme civiya.
Di civînê da rewşa siyasî ya welat, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina herî dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê ya ji bo destpêkirina hinartina petrolê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan li hevtêgihiştin û diyaloga Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û hemû pirsgirêkên welat bi pêwîst û erênî zanîn û tekez li ser girîngiya cîbicîkirina karnameya hikûmetê û piştevanîkirina aliyan ji bo derbaskirina yasaya bûdceyê li Parlamentoya Iraqê kirin.
Di hevdîtinê da, herwesa, peywendiyên di navbera Iraq û welatên cîran û rewşa navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.