Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel şêwirmendên Serokê Fransayê civiya

2024-02-18T21:08:25.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Roja yekşemê 18.02.2024ê di çarçoveya sêyemîn roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê û di hevdîtina xwe ya dawî da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Emmanuel Bonn û Anne-Claire Leujander Şêwirmendên Serokê Fransayê yên ji bo Karûbarên Dîplomasî civiya û têkiliyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Iraq û herêmê nirxandin.

Her du alî li ser hemû pêşhatên emnî û siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê û bandor û encamên aloziyên Rojhilata Navîn li ser navçeyê danustandina bîr û ramanan kirin. Li ser girîngiya parastina aştî û aramiyê û rêgirtina li zêdetir alozbûna rewşê li navçeyê hevfikir bûn.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û metirsiya DAIŞê mijarek din a civînê bû.