2020-02-06T16:52:23.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem ji bo aramiya siyasiya li Iraqê fakterekî hevkar dibê û ji bo çareserkirina kêşe û qeyranan û bi deng ve çûna daxwaziyên xwepêşanderan ji jiyan û paşarojeke baştir ku hêjayî gelên Iraqê bê, yarmetiya hikûmeta nû ya Iraqê dide.
Êvariya îro çarşem 05/02/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Matthew Toller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.
Li civînê de pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandan û raspardina Serok Wezîreke nû ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin û her dû alî tekez li ser girîngiya aramiya rewşa siyasî û emniya li Iraqê û rasterêbûna proseya siyasî li welat kir.
Hevdîtina her dû Serokan Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump li Davos, paşaroja peywendiyên Iraq û Amerîka, alozî û girjî, pêşhatên di navbera Amerîka û Îran û bandora rûdanan li ser rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, hewldanên ji bo hêwirkirina rewşê, metirsiyên serhildana terorê û çawayiya rûbirûbûna wê, pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamî hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletiya dijî terorê û çend pirsekî dinê ji bo her dû aliyan girînbûn, beşekî dinê vê civînê bûn.